Kongreya PDK-Sê; Endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin

12-06-2023
RÛDAW
Nîşan PDK-S Kongreya PDK-Sê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di 12mîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) de endamên Komîteya Navendî ya partiyê ji aliyê endamên kongreyê ve hatin hilbijartin.

12mîn Kongreya PDK-Sê roja Şemiyê 10ê Hezîrana 2023an bi amadebûna 202 endaman li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê destpê kiribû û sibeha îro 12ê Hezîranê bi dawî hat. Kongre li Hola Seid Ebdulla ya bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û Serok Mesûd Barzanî jî di roja yekem a kongreyê de amade bû û gotarek pêşkêş kir.

Endamên Kongreya PDK-Sê ji Herêmên Cizîr, Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, her wiha bajarên Şam û Helebê yên Sûriyê hatibûn Hewlêrê.

Di kongreyê de herwiha nûnerên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û welatên Ewropayê jî amade bûn.

Di duyemîn roja kongreyê de, 29 endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin. Tora Medyayî ya Rûdawê lîsteya navên endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê bidest xistiye û belav dike. Li gorî zanyariyên Rûdawê, 115 kesan xwe ji bo endamtiya Komîteya Navendî ya PDK-Sê berbijêr kiribûn.

Di lîsteya navên endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê de navên 30 kesan heye. Li gor zanyariyên Rûdawê bidest xistine, dê 27 kes wek endamên Komîteya Navendî ya partiyê bên diyarkirin. Li gor lîsteyê 26 kes ji endaman hatine yekalîkirin, lê belê ji bo endamê din, ji 4 kesên dawiya lîsteyê ku her çar kesan 53 deng bidest xistine, dê kesek wek endam were diyarkirin. Tê gotin, ev yek dê di civîna yekemîn a Komîteya Navendî ya PDK-Sê biryar li ser were dayîn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Dr. Lezgîn Fexrî bi 88 dengan dengê herî zêde bidext xisitiye.

Herwiha Besê Ebdî jî bi 84 dengan di nava jinan de dengê herî zêde bidest xistiye.

Bi biryara kongreyê ji bo endamtiya di Komîteya Navendî ya PDK-Sê du kota ji bo jinan hatibûn diyarkirin, lê belê sê jin bi dengên xwe serkeftin misoger kirine.

 

Lîsteya navên endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê wiha ye:

Dr. Lezgîn Fexrî 88 deng

Besê Ebdê 84 deng

Seîd Omer 83 deng

Xalid Kemal Derwîş 80 deng

Hoşeng Semkemûr 80 deng

Hacî Kalo 78 deng

Hêvî Wanlî  72 deng

Kamîran Haco 73 deng

Nafih Beyro 73 deng

Hiyam Ebdulrehman 69 deng

Horo Osman 66 deng

Mihemed Salih Şelaş 64 deng

Dilovan Robarî 62 deng

Hesen Remzî 62 deng

Henan Sîdo (Efrînî) 61 deng

Mihemed Ismaîl 61 deng

Salih Cemîl 60 deng

Ebdulkerîm Mihemed 59 deng

Dr. Hekîm Beşar 58 deng

Hisên Şerbet 57 deng

Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn 57 deng

Serhan Hesen 56 deng

Ferhad Şahîn 55 deng

Mihemed Elî 54 deng

Şêrko Kenaan 54 deng

Dr. Ehmed Melek 54 deng

Nafih Ebdulla 53 deng

Ebdulrehman Ebtan 53 deng

Berzan Faris Silêman 53 deng

Raid Ehmed Hiso 53 deng

Lîsteya navên endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê

Komîteya Navendî ya PDK-Sê di yekem civîna xwe de dê Sekreter û Polîtburoyê hilbijêre.

Sekreterê berê yê PDK-Sê Siûd Mela xwe ji bo posta serkirdayetiya partiyê berbijêr nekiriye.

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) di sala 1957an de wek yekemîn partiya Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatiye damezrandin. Kongreya 11an a PDK-Sê jî di destpêka Nîsana 2014an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst