Sekreterê Giştî yê PDK-Sê diyar bû

15-06-2023
RÛDAW
Sekreterê Giştî yê PDK-Sê diyar bû
Sekreterê Giştî yê PDK-Sê diyar bû
Nîşan Mihemed Îsmaîl PDK-S
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo Sekreteriya Giştî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl hat hilbijartin û navên 5 endamên polîtburoyê jî eşkere bûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê Kamîran Haco û Dr. Ebdilhekîm Beşar bûne Cîgirên Sekreter û endamên polîtburoyê heta niha navên diyar bûne ev in, Dr. Lezgîn Fexrî, Nafih Beyro û Seîd Omer.

Biryar e niha civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê li Hewlêrê dest pê bike û di civînê de 3 endamên din ên polîtburoyê bên hilbijartin. Beşar Emîn, Mislim Mihemed û Ebdilbasit Hemo wê ji bo Komîteya Navendî bêne tayînkirin.

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) di rojên 10 û 11ê vê mehê de kongreya xwe ya 12emîn li Hewlêrê li darxistibû, 29 kes ji bo komîteya navendî hatibûn hilbijartin.

Her wiha endamê berê yê polîtburoyê û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Ferhad Şahîn Enwer dest ji partiya xwe kişand.

Ferhad Şahîn ê ku xelkê Kobaniyê ye, li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand, ji ber ku ew nikare êdî di nava PDK-Sê de kar bike dest ji partiyê dikişîne.

Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl kî ye?

Mihemed Îsmaîl sala 1958an li gundê Siwêdiyê yê Dêrikê ji dayik bûye û sala 1976an bûye endamê PDK-Sê. Mihemed Îsmaîl di sala 1980 beşa kîmyayê li Zanîngeha Şamê temam kiriye.

Mihemed Îsmaîl di kongreya 8an a PDK-Sê de bû endamê Komîteya Navendî, di kongreya 9an a 2002an de bû Endamê Polîtburoya PDK-Sê. Mihemed Îsmaîl di kongreya 11emîn a PDK-Sê de bû sekreterê polîtburoya PDK-Sê. Mihemed Îsmaîl bavê 3 kur û keçekê ye, li Qamişloyî dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst