Hejmareke heciyên Rojavayê Kurdistanê bi rêya Hewlêrê diçin Siûdiyê

12-06-2023
Heyder Doskî
Yekem karwanê heciyên Rojavayê Kurdistanê duh gihîşt Başûrê Kurdistanê
Yekem karwanê heciyên Rojavayê Kurdistanê duh gihîşt Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Yekem karwanê heciyên Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û biryar e bi rêya Balefirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê berê xwe bidin Siûdiyê. Serpereştê heciyên Rojavayê Kurdistanê got ku hejmara wan nêzîkî 660 hecî ne û wan ji van heciyan re 4 balafir destnîşan kirine.

Para Sûriyê di heciyan de bêtirî 22 hezar kes in, ji vê hejmarê 660 para Rojavayê Kurdistanê ye ku ev 3 sal in bi rêya balefirxaneya Hewlêrê diçin hecê.

Yêkem karwanê heciyên Rojavayê Kurdistanê duh gihîştin Başûrê Kurdistanê. Ew dê bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bo hecê biçin Siûdiyê.

Serpereştê Grûpekî Heciyan Hesen Xalid got: “Hejmara ji bo me hatiye destnîşankirin nêzîkî 660 heciyan e. Biryar e ew bi 4 balafiran biçin, ji balafirxaneya Hewlêrê biçin Cidayê, lê dibek ku bibe 2-3 balafir jî.”

Karwanê yekem 250 kes bûn ku bi kêfxweşî derbasî Herêma Kurdistanê bûn. Her çende têçûya çûna wan a bo 4 hzar û 200 bin jî, lê eger ew bi rêya firokexaneya Sûriyê çûban, ew têçûye dê zêdetirî 5 hezar dolaran ba.

Heciya ji Rojavayê Kurdistanê Behiya Mihemed jî got: “Em ji vê yekê gelek kêfrxweş û bi razî ne, Xwedê heca me qebûl bike em ne li ber pere û ne li ber mandibûna xwe nakevin.”

Behra hecyên sûryê pitrî 22 hzar kesane, ji wê rêjeyê 660 behra rojavane, sê sale bi rêya frokexanya hewlêrê diçnehecê..

Pişka heciyên Sûriyê zêdeyî 22 hezar kesan in û ji wê rêjeyê 660 hecî behra Rojavayê Kurdistanê ne. Ev sê salin hejmareke heciyên Rojavayê Kurdistanê bir rêya Hewlêrê diçin hecê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst