Rêveberiya Balafirxaneya Hewlêrê: Desteserkirina parlamneterê Almanyayê derew e

12-06-2021
RÛDAW
Nîşan Balafirxaneya Hewlêrê Hakan Taş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hişyar nûçeya ku, parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Hakan Taş, li balafirxaneyê  hate desteserkirin  red kir.

Malperên nûçeyan ên nêzîkê PKKê îdia kirin ku Parlamenterê  Die Linke (Partiya Çep) Hakan Taş, ku şeva borî ji Almanyayê hatibû Herêma Kurdistanê, li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hate desteserkirin, têkildarî vê mijarê  Rêvebirê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hişyar ji Rûdawê re axivî.

Rêvebirê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hişyar ji Rûdawê re got, "Ev îdia bi tevahî derew in, ti rastiyê xwe nîne. Kes li nehate desteserkirin.”

Ehmed Hişyar herwiha bi bîr xist ku ev du roj in ji bajarekî Almanyayê çu firîn bo Hewlêrê nebûne.

Malperên nêzîkê PKKê nivîsandin ku koma "Heyeta Aştiyê", ku dixwest ji Almanya here Herêma Kurdistanê, ji aliyê polîsê Alman ve hate astengkirin.

Di nûçeyê de, hat îdia kirin ku derbarê 27 kesên ku li Balafirxaneya Dusseldorf hatine desteserkirin de îfadeya wan hate wergirtin û 7 kesên ku di nav wan de parlamenterên Almanyayê jî hene, qedexeya derketina derve li ser wan hat danîn.

Di heman nûçeyê de, hat îdiakirin ku Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Hakan Taş jî li Hewlêrê hate destserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst