Li Colemêrgê wesayîta leşkerî wergeriya: 3 leşker birîndar bûn

12-05-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrg a Bakurê Kurdistanê ji ber baranê wesayîta zirxî ya leşkerî wergeriya û 3 leşker birîndar bûn.

Qeza di derdora demjimêr 14.00an de li nêzî gundê Dêz ê di 20emîn kîlometreya rêya Colemêrg-Wanê de pêk hat.

Wesayîta zirxî ya ku leşker tê de bûn, ji ber baranê şemitî û wergeriya.

Li gor nûçeya DHAyê di qezaya li ser rêya Colemêrg-Wanê de 3 leşker birîndar bûne.

Li ser agahiya kesên derdorê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Leşkerên birîndar piştî dermankirina tîmên tenduristiyê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin birin.

Ji ber qezayê rêya Colemêrg-Wanê ji bo demekê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst