Serok Barzanî: Rêbaza Barzan rêbaza biratî, pêkvejiyan û tifaqê ye

12-05-2023
Rence Cemal
Rence Cemal
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî
Nîşan Serok Barzanî Yadgeha Niştimanî ya Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî saziyeke çandî ye li Herêma Kurdistane, ku ji bo bîranîna Mele Mistefa Barzanî, sembola tevgera berxwedana Kurdistanê, doh di merasîmeke mezin de bi amadebûna Serok û serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê hate vekirin.Serok Mesûd Barzanî di merasîmê de ragihand, Rêbaza Barzan rêbaza biratî, pêkvejiyan û tifaqê ye.

Li deriyê Yadgeha Niştimanî ya Kurdistanê navê yadgehê bi her sê zimanên Kurdî, Ingilîzî û Erebî hatiye nivîsandin. Tabloyek jî li ser dîwarê derî heye ku di navenda wê de wêneyê Mele Mistefa Barzanî heye.

Ev yadgeh wiha tê pênasekirin ku ji bo bîranîna serkirde û şoreşgerên Kurdistanê ye, bi taybet jî Mele Mistefa Barzanî, herwiha ji bo vejandina beşek ji dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistan û Barzan.

Serok Mesûd Barzanî di yekemîn roja merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de ragihand: “Em îro berhemê wê hikmetê didirûn. Ev amadebûna mezin a li vir vêya nîşan dide ku  belê ev rêbaz rêbazeke dirist e, rêbaza biratî, pêkvejiyan û tifaqê, ev e rêya dirist. Rêbaza Barzan ne ev e ku her kesê li devera Barzan be li ser vê be, rêbaz berfirehtir û mezintir e ji vêya. Her kesê bawerî bi van prensîban hebe, em dikarin bêjin ew şopînerê rêbaza Barzan e.”

Serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, nûner û balyozên welatan, siyasetvan û rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de amade bûn.

Muzexane beşa sereke ya yadgehê ye. Her di destpêka muzexaneyê de tabloyeke Mele Mistefa Barzanî ya ji kevir hatiye çêkirin, bala mirovan dikişîne ser xwe. Ew tablo ji kevirên navçeyên cuda yên Kurdistanê hatiye çêkirin.

Muzexane li ser şêweyê çiya û şikeftên Kurdistanê hatiye avakirin, têde hejmarek wêneyên tevgera Barzan, kelûpel û cil û bergên Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî hatine nîşandan ku di salên xebata siyasî û pêşmergetiya xwe de bikaranîne.

Muzexane giştî ye û ji bo serdana welatiyan vekirî ye.

Yek ji serpireştên avakirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî, Sîrwan Barzanî ye. Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re behsa yadgehê kir û got: “Ji roja Yekşema bê derî tê vekirin, deriyê muzexaneyê ji bo her kesê ku bixwaze serdanê bike, ji Yekşemê ve tê vekirin. Her roj ji demjimêr 09:30 sibehê heta 17:30 êvarê tê vekirin. Plana niha wiha ye, lê paşê belkî li gor rewşa serdankirinê guhertin têde bê kirin.”

Yadgeha Niştimanî ya Barzanî ji muzexane, pirtûkxane, jûra vîdyo û konferansan, galerî û çendîn beşên din ên derbarê xebat û şoreşa Barzaniyan û şoreşên bo rigzarkirina Kurdistanê pêkhatiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst