Serok Barzanî Konsulê nû yê Fransayê qebûl kir

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Fransa Yann Braem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê kir û pîrozbahî lê kir.

Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwaziya Konsulê nû yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî ji bo destbikarbûna Yann Braem wekî Konsulê nû yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Baregehê herwiha diyar kir ku di hevdîtinê de behsa dostaniya gelê Kurdistanê û Fransayê hate kirin û tekezî li ser pêşxistin û bihêztirkirina pêwendiyên her du aliyan hate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst