Netewên Yekbûyî: Divê mamosteya Kurdî Zara Mihemedî bê qerebûkirin

12-05-2023
RÛDAW
Nîşan Zara Mihemedî Kurdî ÎRan Netewên Yekbûyî Qerebûkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Netewên Yekbûyî derbarê dosyeya Zara Mihemedî de biryarnameyek derxist û tê de daxwaz ji deselatdarên Îranê dike ku mamosteya Kurdî Zara Mihemedî bê qerebûkirin û mafê perwerdehiya bi zimanê daykê ji neteweyên wî welatî re bidin.

Komîteya rûbirûbûna girtina neyasayî ya Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di biryarnameyekê de ragihand, ku Zara Mihemedî di sala 2019an de bi awayekî neyasayî bêyî biryara dadwerî hatibû girtin, bi awayekî neyasayî di zindana Supayê Pasdaran de hatiye ragirtin û rastî îşkenceya derûnî hatiye.

Komîteya Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê jî dike, ku Zara Mihemedî ji ber ku li Sine û derdora wê, zimanê dayikê hînî zarokan kiribû hatibû girtin, û di destpêkê de 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, û piştre cezayê wê ji bo 5 sal an hatibû kêmkirin.

Komîteya Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji hikûmeta Îranê dike ku qerebûyê bide Zara Mihemedî û dadgehkirina hemû hevkarên wê yên ku ji ber hînkirina zimanê dayikê hatine girtin yan dadgehkirin, bi dawî bike.

Herwiha komîteyê daxwaza rawestandina binpêkirina mafên çandî û zimanî yên Kurd û netewên din ên Îranê dike, û dibêje divê Komara Îslamî ya Îranê jîngehekê ava bike ku netewe li gorî peymannameyên nandewletî, çand û zimanê xwe pêş bixin.

Zara Mihemedî di 10ê Sibata 2023an de ji zindana Sine hat berdan, lê hêzên ewlehiyê dosyaya 5 endamên din ên Encûmena Çandî û Civakî ya Nûjîn yên bi navên Soma û Sirwe Pormihemmedî, Îdrîs Minberî, Omêd Mişîrpenahî û Seywan Îbrahîmî vekiribûn. Ew mamosteyên zimanê kurdî ne û di van mehên dawî de ji ber xebatên xwe yên di wî warî de hatibûn girtin û bi kefalet hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst