Îranê girtiyekî Kurd îdam kir

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Xesrew Başeret Îran Kurd Îdamkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Kerecê ya Îranê girtiyê Kurd ê bi navê Xesrew Başeret li Girtîgeha Qizilhîsarê îdam kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di raporekê de eşkere kir ku girtiyê bi navê Xesrew Başeret ê xelkê Mehabadê îro danê sibehê ji aliyê Dadgeha Kerecê ya Îranê li Girtîgeha Qizilhîsarê hat îdamkirin.

Xesrew Beşaret, ji 2009an ve di girtîgehê de bû sala 2016an tevî 5 kesan bi hinceta “endamtiya rêxistineke selefî û dijberiya desthilata neteweyî ya Îranê” cezayê îdamê li wan hat birîn.

Herwiha Hengawê ragihand ku heta niha cenezayê Xesrew Başeret radestî malbata wî nehatiye kirin.

Di çend mehên borî jî de her 5 girtiyên din hatibûn îdamkirin. Yek ji wan jî Enwer Xizirî bû ku 1ê Gulanê hatibû îdamkirin.

Girtiyên din ên bi navên Eyub Kerîmî, Dawud Ebdulahî, Qasim Abiste û Ferhad Selîm jî beriya bi çend  mehan hatibûn îdamkirin.

Hejmara îdamkirina Kurdan zêde dibe

Amnesty Internationalê beriya bi mehekê di raporekê de eşkere kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê dest bi desteserkirin û îdamkirina neteweyên Kurd, Belûc Ereb û Azerî kiriye.

Li gorî Amnestyê sal bi sal hejmara girtî û îdamkirina Kurdên Yarsan û Kurdên Sunne jî zêde bûye.

Par 151 Kurd hatin îdamkirin

Îran yek ji wan welatan e ku rêjeya îdamê lê gelekî zêde ye.

Li gorî rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, di mehên borî de bi tohmeta mijarên siyasî, qaçaxçîtiya madeyên hişbir û kuştina bi qestî 171 kes hatine îdamkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî di raporekê de eşkere kiribû ku sala 2023yan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 823 girtî hatine îdamkirin ku 151 ji wan girtiyan Kurd in.

Li gorî rêxistina AMNESTY Internationalê di lîsteya herî zêde ya îdamkirina girtiyan a welaten de Çîn di rêza yekem û Îranê jî di rêza duyem de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst