Revandina kesekî li Balafirxaneya Hewlêrê hat redkirin

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Balafirxaneya Hewlêrê Herêma Kurdistanê Revandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî belavbûna nûçeyekê di medyaya Iraqî de ku qaşo welatiyek li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye revandin, Rêveberiya Balafirxaneya Hewlêrê ew nûçe red kir.

Medyayên Iraqî belav kirin ku kesek bi navê Xalid Ebdullah Pêncwênî ku welatînameya Brîtanyayê heye, li Balafirxaneya Hewlêrê hatiye revandin û bêserûşûn e.

Li gor îdiaya medyayên Iraqê, di vê heftiyê de ew duyem kes e li wê balafirxaneyê tê revandin.

Ew îdiaya medyayên Iraqê rastî berteka Balafirxaneya Hewlêrê hat û Rêveberiya Balafirxaneyê derbarê mijarê de daxuyanî da.

Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê, Ehemd Hoşyar derbarê wê îdiayê de ji Rûdawê re ragihand, nûçeyên derbarê wê yekê de nerast in.

Ehmed Hoşyar got: “Em nûçeyên derbarê revandina hemwelatiyekî li balafirxaneya xwe de red dikin û ti bûyereke wiha çênebûye.”

Ehemd Hoşyar diyar kir, di vê heftiyê de “ti kesek” li Balafirxaneya Hewlêrê nehatiye girtin, heta ew kesên ku fermana desteserkirina wan jî heye û biryara desteserkirina wan li balafirxaneyê heye.

Li Herêma Kurdistanê du Balafirxaneyên navdewletî hene, Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst