Hewlêr (Rûdaw) – Mezlûm Ebdî diyar kir ku Serhildana Qamişloyê navnîşaneke berz bû û got, “Em hemû şehîdên Serhildana Qamişloyê bi bîr tînin.”
Îro salvegera 21ê ya Serhildana Qamişloyê ye.
“Serhildan navnîşaneke berz bû”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo salvegera serhildanê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Bi boneya salvegera 12ê Adarê, em hemû şehîdên Serhildana Qamişloyê ya 2004an bi bîr tînin.
Serhildan, navnîşaneke berz bû di pêvajoya têkoşîna aşîtyane ya gelê Kurd li dijî siyasetên rêjîma Beasê ya têkçûyî de.
Em tekez dikin ku em dê têkoşîna xwe ya pêkanîna dadmendiyê berdewam bikin û em dê mafê hemû Sûriyeyiyan bi rêya diyalogê û rêbazên aştiyane biparêzin.”
Bi boneya salvegera 12'ê Adarê, em hemû şehîdên Serhildana Qamişlo ya 2004'an bibîr tînin.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) March 12, 2025
Serhildan, navnîşaneke berz bû di pêvajoya têkoşîna aşîtyane ya gelê Kurd li dijî siyasetên rêjîma Baas ya têkçûyî de.
Em tekez dikin ku em ê têkoşîna xwe ya pêkanîna dadmendiyê berdewam…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse