Şaredarê Şirnexê: Piştî em hatin ji bajêr re xizmet hatin kirin

12-03-2024
RÛDAW
Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka behsa xebat û projeyên xwe kir
Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka behsa xebat û projeyên xwe kir
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Şirnex Mehmet Yarka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê AK Partiyê yê Şirnexê û şaredarê niha Mehmet Yarkak Kutluyê got, “piştî ku em hatin ji Şirnexê re xizmet hatin kirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Li gorî amarên fermî, li Şirnexê mafên dengdanê yê 49 hezar û 500 kesî heye.

Di hilbijartinên şaredariyan ên 2019an de AK Partî bi rêjeya ji sedî 61,7 bûbû partiya yekem.

HDP jî bi rêjeya ji sedî 35 bûbû partiya duyem.

Ev encam ji bo Şirnexa ku wekî keleha HDPyê dihat dîtin surprîz bûn û dihat gotin ku gelek leşker û polîs li navenda bajêr hatine bicihkirin da ku AK Partî bi dengên wan bi ser bikeve.

Herwiha piştî Şerê Xendekan gelek kesan ji bajêr koç kiribû û tê gotin ku vê yekê jî bandor li encamên hilbijartinan kiriye.

Li gorî amarên fermî yên 2023yan, li parêzgeha Şirnexê 570 hezar kes dijîn ku 102 hezarên wan li navenda bajêr dijîn.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Şirnexê rikeberiyê bikin.

DEM Partiyê vê carê ji bo hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Turan Saltan û Berîvan Kutlu kirin namzed.

AK Partiyê jî biryar da ku şaredarê niha Mehmet Yarka careke din bike namzed.

Mehmet Yarka bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Şaredariyên berê ti xizmeteke baş nekirine”

Mehmet Yarka amaje bi wê yekê kir ku xelk êdî ji siyaseta DEM Partiyê aciz bûye û gel xizmetê dixwaze û wî xizmet ji Şirnexê re kiriye û dixwaze wê xizmeta xwe berdewam bike.

Yarka bi bîr xist ku piştî Şerê Xendekan ji sedî 65ê Şirnex wêran bûbû û got:

“Piştî Şerê Xendekan, qeyûm du salan xebitî û hinek tişt kirin.

Lê piştî ku di hilbijartinên 2019an de xelkê me rayeya xwe da me, tevî pandemiyê me xizmetên girîng kirin.

Me hemû xebatên xwe, bi piştgiriya serokomarê xwe Recep Tayyîp Erdogan pêk anîn. Serokomarê me gelekî ji Şirnexê hez dike.

Şaredariyên berê ti xizmeteke baş nekirine.”

“Erdogan ji Kurdan hez dike”

Yarka herwiha îdia kir ku Erdogan ji Kurdan û xelkê Herêma Kurdistanê jî gelekî hez dike û pêwendiyên wî li gel Herêma Kurdistanê baş in û wiha domand:

“Şirnex ji ber bûyeran, li paş ma bû. Hikûmeta AK Partiyê negotiye 'vê derê deng nedaye min, ez dê li wir xizmetê nekim'.

Berê dema hikûmetê dixwest xizmetekê bike, bûyer derdixistin û xelk ditirsandin lê niha ti bûyer dernakevin.

Niha Şirnex bûye warê aramiyê. Çima li Qeyserî, Edene, Mêrsîn, Trabzon, Amasya û Çorumê xweşî hebe  li herêma me aram nebe?

Bi şaredariya AK Partiyê xizmet hatin kirin. Hûn jî dizanin ku berê xelkê deng dida HDP û yên berî wê.

Niha navê wê DEM Partî ye lê tu xebateke wan xuya nake.

Çavê xelkê me bel bûye û xelkê me dibêje, pêwîstiya me bi xizmetê heye, ne bi îdeolojî.

Binêrin li ji sedî 92yê Şirnexê gaza xwezayî heye, ev rêjeyeke mezin e. Li gelek bajarên mezin ev serkeftin nîne.

Şaredarî ev e, xizmet ev e. Eger li pişt we piştgiriya hikûmetê hebe hûn dikarin di şaredariyê de çêtir bixebitin.

Em îro li Şirnexê bi projeyên xwe xizmetên xwe pêşkêş dikin. Em projeyên xwe amade dikin û pêşkêş dikin, dema ku were qebûlkirin jî piştgirî tê dayîn.”

“Ti pirsgirêka AK Partiyê bi zimanê Kurdî re nîne”

Derbarê xizmetên Kurdî de jî Yarka got:

“Pirsgirêka me bi ziman re nîne. Ez kurd im.

Ez çûm Ewropayê û min li Bekjîkayê  ji wan re got ku ez ji AK Partiyê hatime hilbijartin lê wan bawer nekir.

Ez kurd im û bi Kurdbûna xwe serbilind im. Îro li meqamên fermî, dadgeh û walîtiyên xwe em bi kurdî biaxivin, tu pirsgirêk tune.

Li zanîngehan jî Kurdî tê fêrkirin. Vê yekê wekî pirsgirêkek mezin didin nîşandan lê ne pirsgirêka me û ne jî partiya me bi zimanan re nîne."

“Xelk hêdî hêdî vedigere”

Bi gotina Yarka bajarê şinrexê her ku diçe pêşve diçe û xelkê di dema Şerê Xendekan de ji bjarê koç kiribûn hêdî hêdî dîsa vedigere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst