Erzingan: Di nav barhilgirê de 18 koçber hatin girtin

12-02-2025
RÛDAW
Nîşan Erzingan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê di barhilgirekê de 18 koçber hatin desteserkirin û kesek jî bi îdiaya "qaçaxçîtiya koçberan" hat girtin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Erzinganê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî koçberên qaçax de barhilgirek hatiye rawestandin û tê de lêgerîn hatiye kirin.

Her wiha di encama lêgerînê de di nav barhilgirê de 18 koçberên ji Efxanistanê hatine dîtin.

Li gel vê yekê kesek jî bi îdiaya "qaçaxçîtiya koçberan" hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku ew kes bi heman hincetê bi biryara dadgehê hatiye girtin û ew şandine girtîgehê.

Hêzên ewlehiyê koçber tesîlîmî Birêvebiriya Îdareya Koçê ya Erzinganê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst