Dêrezor: Êrişî baregeha HSDyê hat kirin

12-02-2024
Nîşan Dêrezor Êriş HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Şihêlê yê Dêrezorê êrişî baregeha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat kirin.

Şervanên HSDyê bersiv da êrişê û di navbera wan û êrişkaran de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.

Li aliyê din, heta niha jî nayê zanîn bê êrişkar kî ne û HSDyê li ser ziyanên êrişê ti agahî nedane.

Herwiha Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî jî piştî êrişê bi 8 zirxpoşan li bajarokê Şihêlê dest bi gerekê kir.

Balafireke şer jî ji hewayê ve piştgirî da xebatên lêgerînê.

Doh jî êrişî HSDyê hatibû kirin

Doh jî hinek çekdaran êrişî baregeha HSDyê ya li Bisêreyê ya Dêrezorê kiribû.

Hêzên HSDyê piştre derbasî nava Bisêreyê bûbûn û qedexeya çûn û hatinê hatibû ragihandin.

HSDyê doh ragihandibû ku çekdarên bi ser Hikûmeta Sûriyeyê ve êrişî baregeha wan a li bajarokê Şeifeyê yê li rojhilatê Dêrezorê kiriye û 5 şervanan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst