Koçberên Sûrî li Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejê careke din derbider bûne

12-02-2023
Loloxan
Koçberên Sûrî li Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejê careke din derbider bûne
Koçberên Sûrî li Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejê careke din derbider bûne
Nîşan Erdhej Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Sûrî ne li navçeya Îslahiye ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an careke din her tişt ji dest dane û derbider bûne.

Zerardîtiyên Sûrî yên erdhejê li ser cadeyên Îslahiye li bendê ne ku alîkariya wan bê kirin.

Koçberê Sûrî li Îslahiye Fîras Ebdulletîf Qeswe got "Em di bin serma, baran û berfê de tenê bi cilên xwe pêxwas derketin. Me nizanîbû bi ku derê ve biçin. Em sê çar rojan di bin baranê de man."

Koçberên Sûrî di salên borî de, hemû ew tiştên ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi dest xistibûn di erdhejê de ji dest dane.

Fîras Ebdulletîf Qeswe dibêje "Ti cihekî min li Sûriyê nîne ku biçimê. Ne malbat, ne mal, ne zevî û ne kesûkar, birayê min jî şehîd bûye, tiştekî min nîne. Min mala xwe li parêzgeha Laziqiyê ji dest daye."

Li ser cadeyên Îslahiye di her çadirekê de sê malbatên koçberên Sûrî hatine bicîhkirin. Li kêleka çadiran jî agir pêdixin hem xwe gerim dikin û hem jî xwarina xwe li ser çêdikin.

Koçberê Sûrî Mehmûd Hac Elî got "Destpêkê ev çadir dan me daku em xwe û zarokên xwe ji sermayê biparêzin. Betanî, xwarin û pêdiviyên sereke dan me, sipas ji Xwedê re. Tenê pirsgirêka elektrîk û avê heye. Wek malbatên Tirk danûstandinê li gel me dikin, çarenivîsa me jî ne diyar e, di destê Xwedayê mezin de ye."

Li gor amarên fermî, heta niha ji ber erdheja 6ê Sibatê hezar û 25 koçberên Sûrî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane ku termên wan bi rêya deriyên Bab el-Hewa, Bab el-Selame û el-Raî bo nav Sûriyê hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst