Amed (Rûdaw) - Di Merasima xelatan ya Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) de 3 nûçegihanên Tora Medyayî ya Rûdawê hatin xelatkirin.
Li Amedê doh, 38emîn Merasîma Xelatkirina Rojnamegerên Serkeftî ya Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat hat lidarxistin.
Tora Medyayî ya Rûdawê, take medya bû ku di wê merasîmê de 3 xelat bi hev re bi dest xistin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akinci bi nûçeya “Dengê di bin kavilan da fetisî” Xelata Nûçeya Kurdî ya Herî Baş stand.
Her wiha Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Enqereyê Şewket Herkî bi nûçeya “Azerbeycan û Ermenistanê şer kir: Kurd koçber bûn” Xelata Mansiyonê stand.
Di şeva xelatan de kameremanê Rudawê Mehmet Kanevî jî di beşa Nûçeya Herî Baş a Kurdî de hat xelatkirin.
Alîkarê Parêzgarê Amedê, Hevserokê Şaredariya Amedê Dogan Hatun, Parlamenterê AK Partiyê ya Amedê Galîp Ensarîoglu, Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û gelek mêvanên din li merasîma xelatdayînê amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse