Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xusrewê ya bajarê Qesra Şîrînê yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanek 2 roj in winda ye.
Welatiyekî xelkê Kirmaşanê îro ji Rûdawê re ragihand, “Ev du roj in ciwanekî xelkê Qesra Şîrînê winda bûye û li wî digerin.”
Ciwanekî bi navê Aryan Ezîziyê 19 salî 2 roj in ji malê derketiye û venegeriyaye.
Welatiyê xelkê Kirmaşanê da zanîn ku malbata wî û tîmeke rizgarkirinê li Xusrewê û Qesra Şîrînê li Aryan digerin lê tenê motorsîkleta wî li ser pireke li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Xusrewê hatiye dîtin.
Birêvebirê Heyva Sor a Kirmaşanê Mihemed Baqir Mihemedî anî ziman, “Lêgerîna Aryan berdewam e û em dê 2 tîmên din dişînin herêmê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse