Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Luksemburgê ya “cenosîda Kurdên Êzidî” kir

11-11-2022
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Luksemburg Kurdên Êzidî Cenosîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de pêşwazî li biryara Parlamentoya Luksemburgê ya bi fermî naskirina Komkujiya Kurdên Êzidî weke “cenosîd” kir.

Parlamentoya Luksemburgê roja Çarşembê 9ê Mijdara 2022an bi fermî kiryarên DAIŞê yên bo komkujkirina Kurdên Êzidî di sala 2014ê de wek cenosîd nas kir.

Serowkezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara parlamentoya Luksemburgê kir

Mesrûr Barzanî di twîtekê de dibêje: “Parlamentoya Luksemburgê tawanên DAIŞê yên dijî Êzidiyan weke cenosîd nas kir û ez pir bi germî pêşwazî li vê biryarê dikim.”

Di beşeke din ji peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha ragihandiye ku ew dê li ser hewldanên xwe ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî yên êxsîr û cezakirina tawanbaran berdewam bin.

Serokwezîr Barzanî di vê derbarê de dibêje, “Em dê hewldanên xwe zêdetir bikin daku em hemû êzidiyekê bi civaka xwe şad bikin û bikerên tawanê jî bibin pêşberî dadgehê; em dê hewldanên xwe berfireh bikin bo piştgiriya malbatên aware û em dê berdewam bin li ser daxwaza asayîkirina rewşa Şingalê.”

Di 3ê Tabaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê û deverên din ên derdorê li parêzgeha Neynewayê kir û nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin komkujkirin. Ji ber êrîşa DAIŞê 2 hezar û 745 zarokên Kurdên Êzidî bê dayik û bav mane.

Her di heman êrîşê de 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin, ku 3 hezar û 548 kes jin û û 2 hezar û 869 kes jî mêr bûn. Ji wê hejmarê heta niha 3 hezar û 555 kes hatine rizgarkirin.

Di encama êrîşê de herwiha zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzidî koçber bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst