Balafirên şer ên Tirkiyê sînorê Duhokê bombebaran kirin

11-07-2023
RÛDAW
Wêneyê dema bombebarana îro ya li navçeya Amêdiyê.
Wêneyê dema bombebarana îro ya li navçeya Amêdiyê.
Nîşan Duhok Çiyayê Metîn Çiyayê Gare Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyê îro çar cih li her du çiyayên Gare û Metîn ên li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Niştecihekî gundê Belave yê ser bi navçeya Amêdiyê ve, yê bi navê Fayeq Bîrkahinî ji Rûdawê re ragihand, Tirkiyê sê cih li devera Berê Gare û cihekî din li Çiyayê Metîn bombebaran kirin.

Fayeq Belaveyî vîdyoya bombebarana îro ji Rûdawê re şandiye û dibêje, bilindahiyên li derdora gundên Girgaş û Spîndarê û devera Zêbar li Çiyayê Gare û herwiha lûtkeya Çiyayê Metîn li nêzîk gundê Belave îro ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.

Bi gotina wî kesî, ji ber bombebaranan, xelkên herêmê gelek tirsiyane.

Têkildarî zirarên bombebarana îro jî, welatiyê navborî diyar kir, cihên ku hatine bombebarakirin, 5 heta 7 kîlometreyan ji gundan dûr in û ew cih in ku hatinûçûna bo wan hatiye qedexekirin, lewra zirarên bombebaranê nayê zanîn.

Ew nêzîkî mehekê ye ku Tirkiyê bombebarana li ser sînorên navçeyên Amêdî û Akrê zêdetir kiriye.

Balafirên şer ên Tirkiyê, bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê rojane çiyayên Metîn û Gare li Amêdiyê û devera Zêbar li nahyeya Dînarte ya ser bi navçeya Akrê ve bombebaran dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst