Çekdaran li gundekî Efrînê 20 malên Kurdan bi erdê re kirin yek

11-07-2021
RÛDAW
Nîşan Efrîn Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, li gundekî Efrînê 20 malên welatiyên Kurd xirab kirin û bi erdê re kirin yek.

Dîmenên taybet ên gundê Qurt Qulan yê girêdayî nahiya Şera ya Efrînê gihiştin Rûdawê, li gor dîmenan xuya dike ku çekdaran 20 malên Kurd bi temamî rûxandin.

Rûdawê karîbû xwe bigihîne çend malbatên ku xaniyên wan hatibû rûxandin, wan ji Rûdawê re tekez kirin, piştî çekdarên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê ve derbasî gundê Qurt Qulanê bûn, bê sûc û sebeb bi trêksan dest bi rûxandina xaniyên wan kirin.

Li gor agahiyên taybet ên Rûdawê, erebekî nişteciyê Ezazê bi navê Ehmed Xelîl Şêx Mistefa destê wî di rûxandina xaniyên xelkê gundê Qurt Qulanê de hebûye.

Malbatên ku çekdaran xaniyên wan li erdê rast kirine, li kampên Şehbayê dijîn, ku niha di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê de ye.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Enqerê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst