Mesrûr Barzanî: Şoreşa me ya cotkariya xwemalî berdewam dike

11-06-2024
Nîşan Mesrûr Barzanî Akrê Cotkariya Xwemalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kudistanê Mesrûr Barzanî li Akrê ragihand ku di cotkariyê de şoreşekê dest pê kiriye û dê ev şoreş berdewam bike.

Mesrûr Barzanî, di merasîmeke taybet de li navçeya Akrê ya Dihokê kevirê bingehîn ê projeya bazara navçeya Akrê danî.

“Armanca me ya sereke rengînkirina aboriyê ye”

Mesrûr Barzanî behsa polîtîkaya hikûmetê ya di warê cotkariyê de kir û wiha got:

“Em dibînin li Kurdistanê hilberîna kartolan roj bi roj zêde dibe.

Niha li Kurdistanê kartol ji pêdiviya navxweyî gelekî zêdetir tên hilberîn û awayê çandina wan jî ber bi awayekî zanistî yê pêşkeftî ve diçe.

Ev berhem ne tenê têra Kurdistanê, belkî têra hemî Îraqê jî dike. 

Ji bo hinardekirina kartolên xwemalî yên Kurdistanê pêngavên pêwîst hatine avêtin.  

Armanca me ya sereke rengînkirina aborî û çavkaniyên dahatan û vejandina jêrxaneyeke bihêz e.

Bipêşxistina sektora çandiniyê yek jî karê me yê pêşîn bûye û me di wî warî de şoreşek daye destpêkirin û dê ew berdewam bike. “

“Akrê bi gelek berhemên cotkariyê navdar e”

Mesrûr Barzanî behsa berhemên cotkariyê yên Akrê jî kir û wiha berdewam kir:

“Herêma Akrê bi gelek berhemên çandiniyê yên wekî birinc û patat û tehîn û simaqê navdar e.

Me hin ji wan berheman li vê derê jî dîtin.

Bêgûman em dê alîkariya cotkaran bikin û dê ew berhemên xwe bifioşin derve.

Ez li di wê baweriyê me ku ev proje dê piştgiriyeke zêde bide cotkaran û avakirina vê bazarê dê bibe piştevaniyeke baş ji bo bipêşvebirina sektora çandiniyê ya li seranserê Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst