MEREŞ - Sê xwişkan dest da hev: Gundekî geştyariyê ava kir

11-05-2024
RÛDAW
Sê xwişkan dest da hev/Wêne: AA
Sê xwişkan dest da hev/Wêne: AA
Nîşan Mereş Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gundê geştyariyê yê li navçeya Andirînê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê hizra hevbeş a 3 xwişkan e.

Piştî ku bavê wan sala 2021ê koça dawî kir ji bo debara xwe û malbatê wan biryar da ku vegerin ser axa bav û kalan û li gundê xwe gundekî biçûk ê geştyariyê ava bikin.

Di çarçoveya projeyekê de li gund 5 xaniyên bungalov û 2 apart ji bo geştyaran çêkirin.

Xwediya projeya geştyariyê Serhan Çîgşarê anî ziman:

“Em 6 xwişk in. Çêkirina xaniyên Bungalov berî niha xeyala me bû.

Berê li Osmaniyeyê karegeha me ya berhemên şîr hebû.

Piştî bavê me mir, me ew kargeh bi cih hişt û da kirê.

Piştre me berê xwe da gund û ev proje çêkir.”

Gundê wan hezar û 600 metreyî ji asta deryayê bilind e û bi dar û berhemê xwe yê gêlasan navdar e.

Çar aliyên gund daristan in û ji ber şert û mercên zehmet ên zivistanê wekî Sîbîryaya Deryaya Spî tê binavkirin.

Her sê xwişk dixwazin bi vê projeyê zêdetir bala geştyaran bikişînin navçeyê.

“Xwezaya wê pir xweş e”

Xwediya projeya geştyariyê Seray Çigşarê jî got:

“Baxçeyên me yên gelekî xweşik ên gêlasan hene. Xwezaya wê pir xweş e.

Bedewiya kulîlkên gêlasan cuda û gêlas bixwe jî gelekî xweş in.

Em li vê derê dijiyan û me got bila vê bedewiyê her kes bibîne.

Me got em li gorî derfetên xwe devereke geştyariyê li vê derê çê bikin.”

Her sê xwişkan ji bo vê projeyê 4,5 milyon lîreyên Tirkî wekî piştevanî ji saziyên dewletê wergirtine.

Ew dibêjin li Deryaya Reş geştyariya gundewarî çawa bi pêş ketibe ew jî dixwazin navçeya xwe bikin yek ji navendên sereke yên wê geştyariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst