Agirê bi daristanên Mereşê ketibû hat kontrolkirin

12-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Mereş Şewata Daristanan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê ku ji şevê din ve bi Daristana 12ê Sibatê ya li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ketibû, îro berê sibehê hat vemirandin.

Agir ji navçeya 12ê Sibatê dest pê kir û şevê din Sêşemê 11ê Temuzê 2023an Berevaniya Şaristanî ya Mereşê ji rewşê hat agahdarkirin.

Tîman di hewildanên destpêkê de nikarîn agir vemirînin û piştî wê tîmên din ên Berevaniya Şaristanî ya Mereşê jî gihiştin cihê bûyerê. Piştî çend demjimêran, berê sibeha îro 12ê Temûza 2023an agirê li daristanê hat kontrolkirin û ji aliyê tîman ve hat vemirandin.

Heta niha nayê zanîn ka ji ber çi agir bi daristanê ketiye, lê li gor lêkolînên destpêkê, agir ji zevîyeke 7 donimî dest pê kiriye û piştre belav bûye.

Berpirsên Berevaniya Şaristanî ya Mereşê dibêjin; di dema şewatê de bayê bihêz wiha kiriye ku agir zêdetir belav bibe û wê yekê karê tîmên vemirandina agir zehmet kiriye.

Li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê, di sala 2022an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 2 hezar û 43 daristan şewitî ne û bi giştî 12 hezar û 384 domin daristan ji ber agir ji nav çûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst