Li Mereşê avahiyek hilweşiya: Jinek mir û 2 jî birîndar bûn

20-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadiroglu ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ve dema ku avahiyeke zerardîtî dihatiye çêkirin banê wê hilweşiyaye û di encamê de jinekê canê xwe ji dest daye û 2 jin jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan îro Pêncşemê 20ê Temûza 2023an li navçeya Dulkadiroglu ya Mereşê avahiyeke yek qatî ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerar dîtibû di dema çêkirinê de hilweşiyaye.

Di dema hilweşandinê de 3 jin di bin kavilan de mane û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, rizgarkirinê û polîs çûne cihê bûyerê.

Piştî kar û xebata tîmên peywendîdar her 3 jin hatine derxistin lê jina bi navê Huru Kayik di bin kavilan de canê xwe ji dest dabû û 2 jinên din jî birîndar bûne. Her 2 jinên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

6ê Sibata îsal du erdhejên ku navenda wan Mereş bûn çêbûn û di encamê de li 11 parêzgehan zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest da û bi hezaran avahî jî hilweşiyan û zerar dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst