Li Rojavayê Kurdistanê saziyeke nû ya trafîkê hatiye avakirin

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Polîsên Rêyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê destpêka îsal ji bo rêkûpêkirina çûn û hatina otombîlan li ser rêyên giştî yên di navbera bajaran de, saziyeke nû bi navê “Polîsên Rêyan” hatiye avakirin.

Dewriyên wê saziya nû ya Rojavayê Kurdistanê, 24 demjimêran li ser rêyên giştî hene.

Ew polîs bi gelek karên cuda dikin.

Polîsên Rêyan bi hawara otombîlên ku li ser rê xirab bûne ve diçin û di çêkirina otomobîlan de alîkariya xwediyên wan dikin.

Ew polîs 24 saatan li ser rêyan çavdêriyê dikin û çi kesê gemarê ji otombîla xwe bavêje ser rêyan wan ceza dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst