Hewlêr (Rûdaw) – Îranê bi tometa endambûn di partiyeke Kurdî de û alîkarkirina wê partiyê, cezayê îdamê û 13 sal zindan bi ser girtiyê siyasî yê Kurd, Saman Kerîmî de sepand.
Li gor çavkaniyên xwecihî, Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê bi tometa endambûn di Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) de û alîkarkirina wê partiyê, ew ceza bi ser Saman Kerîmî de sepandiye.
Saman Kerîmî xelkê navçeya Bane ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve ye û di 10ê Gulaha sala 2018an de ji aliyê hêzên Îtilaata Supaya Pasdaran ve hatibû girtin.
Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirovan ragihandiye, ew girtiyê siyasî yê Kurd piştî êrîşa li ser binkeya hêzên hikûmeta Îranê ya li gundê Zerwaw a Baneyê hatiye girtin û niha li zindana Sineyê dimîne.
Di 10ê Gulana 2018 de li navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê êrîşek li dijî hêzên Îranê hatibû encamdan.
Bazên Zagrosê ku grûpeke nêzîkî Partiya Demokarata Kurdistana Îranê ye, berpirsatiya êrîşa ser hêzên Îranê ya di Gulana 2018an de lix we girtibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse