Li Meletiyê qeza: 3 kes birîndar bûn

11-03-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Meletiyê du kamyonet li hev qelibîn û di encamê de  3 kes birîndar bûn.

Li ser Kolana Selemeyê ya Taxa Dîlekê kamyoneta ku şofêrê wê H.A. yê 61 salî  û kamyoneta şofêrê wê F.M.B. yê 52 salî  li hev qelibîn.

Tîmên tenduristiyê li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de her du şofêr û E.A yê di kamyoneta de bû birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst