Li gundê Gewrika 120 darzeytûnên 2 cotkaran hatine birîn

11-03-2023
Hisên Omer
Çekdarên li Efrînê birîna daran li Efrînê berdewam dikin
Çekdarên li Efrînê birîna daran li Efrînê berdewam dikin
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Birrîna Darzeytûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê Efrîn Mistefa Şêxo ku bi xwe xelkê CIndirêsê ye dibêje hîn jî darên xelkê têne birîn û kesekî rê li ber negirtiye. Li gundê Gewrika yê ser bi nahiyeya Cindirsê 120 darzeytûnên 2 cotyarên Kurd hatine birîn. Gund li jêr destê grûpa Hemzat bi fermandariya Seyf Polad e.

Li gor sazî û rêxistinên ku binpêkirinan li Efrînê belge dikin, ji destpêka dagîrkirina herêma Efrînê û heta niha, nêzîkî 2 milyon darên zeytûnan hatine birîn.

Dîmenên nû yên birîna darzeytûnên cotyarên Kurd li herêma Efrînê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin. Di dîmenan de diyar dibe ku darzeytûn bi şêweyekî bêserûber haqtine birîn. Ev darzeytûn li gundê Gewrika, ser bi nahiyeya Cindirêsê hatine birîn. Li gundê Gewrika 80 darên Mihemed Teter berî 2 rojan hatin birîn. Herwiha 40 darên welatiyekî din jî li heman gundî hatin qutkirin.”

Mistefa Şêxo, çalakvanê Efrînî ku binpêkirinên li herêma Efrînê tên kirin û di nav de jî birîna daran, belge dike, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa hûrgiliyên vê bûyera birîna darzeytûnan kir.

Çalakvan Mistefa Şêxo got: “Di roja erdhejê 6ê Sibatê de xelk di bin kavilan de man, lê çete û Erebên hawirde 100 darzytûn li Gundê Axceleyê birin.

Li gor amarên fermî, berî dagrkirina herêma Efrînê, 22 milyon darzeytûn li herêmê hebûn, 270 hezar ton zeytûn berhem didan, 55 hezar ton zeyt berhem didan û 2 milyon darzeytûn hatine birrîn.

Li gor şarezayên çandiniyê, birîna darzeytûnên cotyarên Efrînê heta niha hiştiye salane 27500 ton zrytûn, wate 5500 ton zeyt li cotyarên herêmê bibin ziyan.

Ji bilî, lêçûna çandin û xwedîkirina darzeytûnan ji bo çendîn sal ku cotyarên herêmê cefa û ziyana wan kişandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst