Wan - 'Mesele ne şaredarî ye, nasnekirina nasnameya Kurdan e'

11-02-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şaredariya Wanê /Wêne: Rûdaw
Şaredariya Wanê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Abdullah Zeydan debarê cezayê lê hatiye birîn got ku biryar bi fermana AK Partî û MHPyê hatiye dayîn û ew dixwazin careke din dest deynin ser îradeya gelê Wanê.

Îro li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, rûniştina doza Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat lidarxistin.

Abdullah Zeydan bi îdiaya "alîkarîya rêxistinê" hat darizandin.

Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Zeydan birî.

Piştî biryara dadgehê metirsî li ser şaredariya Wanê heye ku Qeyûm were tayîn kirin.

Hevserokê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan jî diyar kir ku ew vê biryarê nas nakin.

"Li ser fermana AKP û MHPyê ev biryar hat dayîn"

Abdullah Zeydan got, "Dadgeh, edalet û hiqûq tine ye. Li ser fermana AKP û MHPyê ev biryar hate dayîn.

Dixwazin careke din îradeya gelê Wanê desteser bikin. Ji bo vê yekê wan bingehek ava kir.

 10 meh in em li vê derê ne û gelê me şaredariyên xwe 31ê Adarê ji qeyûm rizgar kirin û bi dengên we li hemberî zilma AKPyê bersiveke dîrokî da."

Piştî biryara dadgeha Amedê ya di derbarê Abdullah Zeydan de beşeke zêde ya xelkê Wanê meşiyan ber derê şaredariyê.

Her wiha li navneda bajêr jî tedbîrên ewlekariya hatine zêde kirin.

Alîgirên DEM Partiyê yên Wanê jî dibêjin mijar ne şaredari ye, dixwazin îradeya Kurdan bin pê bikin.

"Mesele nasnekirina îradeya Kurdan e"

Welatî Menderes Dere wiha anî ziman, "Mesele nasnekirina îradeya Kurdan e.

Nasmeya Kurdan nasnakin, mijar ne tenê şaredarî ye.

Em li ser pêya ne, em dê dîsa şaredariya xwe bistînin. Em dê ber xwe bidin berxwedan jiyan e."

Welatî Sedredîn Mavî wiha axivî, "Ji bo Kurdan tiştekî baş tine.

Kurdan wekî hevwelatî nabînin û îradeya Kurdan nasnakin.

Ev bû sê caran qeyûm avêtin ser şaredariyan û îradeya Kurdan bin pê dikin.

Em Kurd li esmanan kolikekê jî çêbikin dewleta Romê dê bibêje em dê bînine xwarê."

Parêzerê dozê Abdullah Zeydan, Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku ji ber ku Abdullah Zeydan di çarçoveya heman biryara ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin 5 sal û 2 mehan di girtîgehê de mabû careke din nakeve girtîgehê û li gor yasayê nikarin qeyûm deynin ser Şaredariya Wanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst