Parlamenterê DEM Partiyê: Em deriyên xwe ji AKPyê re nagirin

11-01-2024
RÛDAW
Alî Bozan beşdarî bultena Rûdawê ya taybet ji bo Bakurê Kurdistanê bû.
Alî Bozan beşdarî bultena Rûdawê ya taybet ji bo Bakurê Kurdistanê bû.
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Tirkiye DEM Partî Alî Bozan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsinê Alî Bozan ragihand ku AK Partî desthilatdar e û lewma ew ji bo diyalogê deriyên xwe ji wê re nagirin.

Alî Bozan eşkere kir ku 2 hezar û 300 dengdêr veguhastine 3 navçeyên Mêrsinê.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan beşdarî bultena Rûdawê ya taybet ji bo Bakurê Kurdistanê bû.

Bozan têkildarî hevdîtinên DEM Partî – CHPyê û veguhastina dengdêran axivî.

“Deriyê me ji AKPyê re vekiriye”

Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, îro çûn serdana Navenda Giştî ya CHPyê.

Di rojeva her du aliyan de bi taybetî, hilbijartinên xwecihî û mijara tifaqê bi taybetî Stenbol û Enqere hebûn.

Bozan têkildarî hevdîtinên pêk hatine got:

“Ji bo hilbijartinên herêmî gotinên hevserokê me gotinên me ne. Hewce nake em tiştekî nû li ser van tifaq û hevdîtinan zêde bikin.”

Bozan li ser pirsa “Hûn dê li kîjan bajaran tifaqê bi CHPyê re bikin?” got:

“Heta niha ev ne diyar e. Ez naxwazim navê bajaran bêjim lê dibe ku ji Antalyayê tifaq çênebe lê dibe li Edeneyê çêbibe. Herwiha dibe ku li Enqereyê çênebe û li Mêrsinê çêbibe. Dê ev li gorî herêman diyar bibe.”

“Deriyê me ji hemû partiyan re vekiriye”

Bozan amaje bi wê yekê kir ku deriyê wan ji hemû partiyan re vekiriye û got:

“Em dibêjin em siyasetê dikin, em siyasetê li ser navê gelê xwe dikin. Dema em siyasetê bikin jî em nikarin deriyê xwe ji ti partiyan re bigirin.

Niha desthilatdarê vê dewletê AKP ye. Dema AKP desthilatdar be û dema li aliyê Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd be, em nikarin bêjin em dê deriyên xwe ji AKPyê re bigirin.

Ji bo diyalogê û muzakereyê deriyê me ji hemû partiyan re vekiriye. Di nava van partiyane de AKP jî heye.”

“Me hemû navnîşan eşkere kirine”

DEM Partiyê mijara veguhastina dengdêran kir rojeve.

Piştî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez, Alî Bozan jî diyar kir ku “Îqtidarê dengdêrên qeçax veguhestine hinek taxên Mêrsinê.”

Bozan li ber avahiyeke ku 119 dengdêrên “qeçax” lê hatine tomarkirin dîmen kişand û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Alî Bozan li ser veguhastina dengdêran got:

“Ev ne xebata me ya nû ye. Meha Gulanê hilbijartinên giştî çêbûn. Dema hilbijartin çêbû hejmara navnîşanan diyar bû. Di navbera 4 mehan de, hejmarên navnîşanan hatin diyarkirin.

Me li wir tiştek dît. Ji 1ê Çiriya Pêşîn ve em mal bi mal geriyan. Di nava van 4 mehan de 3 hezar û 200 dengdêr veguhestine navçeyên Mêrsinê yên wekî Mezîtlî, Toros û Yenîşehîrê.

Me ew mal û xanî yek bi yek eşkere kirin. Hejmara van a zêde ji navenda Mêrsinê hatine.

Li van navçeyên navborî hêza AK Partiyê nîne. Nikarin deng bigirin. Ji bo wê AKP çi kiriye? Li navçeyên ku hêza wê tune be, dengdêrên xwe birine wir. 

Em çûn deriyê van malane. Me li deriyê wan xist û me got, çend kes li vê xaniyê dijîn. Xwediyên hinek ji wan xaniyan jî ji van yekan agahiya wan tinebû.

Em çûn deriyê malekê, kalepîreke bi tenê lê dijiya. Li wê derê 39 dengdêr li wir hatibûn tomarkirin.  Ev xanî bi taybetî xaniyên vale ne.

“Ev ne îdia ne, me eşkere kirine”

Bozan wiha berdewam kir:

“Me ji bo hemû malan giliyên xwe tomar kir. Ya din ev tewan e, tewaneke mezin û guneh e.

Li Îdir, li navçeyên Şirnex, Colemêrg, Qers, Êlih, Mêrdîn, Amed, Agirî, Mûş û Xarpêtê ev hilê hatine kirin.

Dema kesek leşkeriyê dike 2 mehan li bajarek dimîne, 6 mehan leşkeriya xwe dike û diqedîne jî bi hinceta ku navê wî li wir heye ji bo hilbijartinê tînin herêmê.

Wekî din li Tokatê, Rîzeyê qeydên leşker û polîsan anîne Colemêrgê. Ev ne îdia ne, me hemûyan eşkere kirine.

Em giliyê xwe li YSKyê û dozgeriyê jî dikin. Ev hîle têne kirin, haya YSKyê ji van hîleyan hene. Ew jî şîrikê van hîleyan in. Ji ber vê yekê em dibêjin em dê giliyê xwe bikin û wekî din em bangî gelê xwe dikin.

Me li navçeya Akdenîzê ji 50î zêdetir navnîşan eşkere kirine. Li navçeya Torosê me cardin 50î navnîşan eşkere kirine.

Em mal bi mal digerin, em diçin hemû malan. Lîste di destên me de ne û em ji wan dipirsin ka çend dengdêr di mala wan de hene. Eger kêm an zêde derbikeve ev pirsgirêk e.

Em li ser navê DEM Partiyê vê xebatê dikin lê belê em dibêjin bila gelê me jî li dengên xwe xwedî derkevin. Bi rêya muxdar dikarin li lîsteyên xwe temaşe bikin, ka navê wan hene yan nîne.”

“Di çarçoveya hevkariyê de dê berbijêr diyar bibin”

Alî Bozan li ser Şaredariya bajarê mezin a Mêrsinê got:

“Beriya 20 rojan navenda partiya me digot em dê ji navçeyên Akdenîz, Toroslar û Tarsusê berbijêrên xwe derxin.

Gava din me guhdarî kir, hevserokê me got, ‘Em bi CHPyê re hevdîtinan dikin’ Dema ew hevdîtin tên kirin û hevkarî çêbibe divê li hemû bajaran çêbibe.

Eger CHP ji bo Mêrsinê tiştek bîne pêşiya me û eger gelê me erê neke, em jî wan teklîfan erê nakin.

Ji sala 2019an ve 5 sal derbas bûn, siyaseta niha hatiye guhertin. Ji bo hemû aliyên Tirkiyeyê hatiye guhertin.

Rexneyên gelê me di cih de ne. Em li ti bajar û navçeyan, bi belaşî dengê xwe nadin ti partiyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst