Grûpên çekdar 2 welatiyên Kurd li Efrînê girtin

10-12-2022
Hisên Omer
Nîşan Grûpên Çekdar Tirkiye Girtina Welatiyan Kurd Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yan girêdayî Tirkiyê 2 welatiyên Kurd li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanî girtine.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ku roja 7ê vê mehê, Îstixbarata Siyasî pîremêrê Kurd êbi navê Omer Reşîd Çîlo ji gundê Sariya girtiye.

Çekdarên opozisyona Sûriyê herwiha endezyarê çandiniyê yê bi navê Sayhem Oso yê 40 salî, ji gundê Çençelya girtine.

Şêxo da zanîn ku herdu hevwelatiyên Kurd bi tohmeta pêwendiya wan a berê ligel Rêveberiya Xweser hatine girtin û ji bo cihekî ne diyar hatine birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst