Hejarî li cîhanê zêde dibe

10-12-2019
RÛDAW
-
-
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Netewên Yekgirtî asta hejariyê li cîhanê herî ku diçe zêde dibe. Netewên Yekbûyî ragihandiye, li Rojhilata Navîn û Afrîkayê rêjeya hejariyê 2 qat zêde bûye.

Netewên Yekbûyî diyar kiriye, di sala 2020an de hejmara kesên hejar li cîhanê digihe 168 milyon kesan û jiyana 22 milyon kesan di metirsiyê de ye

Sedemên serekî yên hejariyê jî, şer û pevçûn, guhertina keşûhewayê û necêgîrbûna aborî ye.

Rewş li herdu welatên Yemen û Sûriyê û herwiha Venezuelayê xirab e.

Neteweyên Yekgirtî dibêje, wan ji bo sala 2020 planek amade kiriye, ku li gor wê planê ew dê 29 milyar dolaran kom bikin û bi wê yekê alîkariyan li ser 109 milyon hejarên li 55 welatan belav bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst