Dihok- 42 Xwendekarên ji Rojavayê Kurdistanê hatin xelatkirin

10-09-2024
Huner Reşîd
Wêneyê merasîma xelatkirina xwendekaran\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Wêneyê merasîma xelatkirina xwendekaran\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Xwendekar Rojavayê Kurdistanê Xelat
A+ A-

Dihok\Hewlêr (Rûdaw) Ji bo 42 xwendekarên derçûyên pola 12an ê Kampa Domîz 2yê merasîmek hat lidarxistin û xwendekar hatin xelatkirin.

Êdî ew xwendekar bi awayekî serkeftî dê li beşên cuda yên Zanîngeha Dihokê bixwînin.

Yek ji wan xwendekarên keç Êrîvan Omer e, malbata wê 7 kesan pêk tê.

Erîvan Omer tevî malbata xwe di maleke biçûk de li kampê dijî.

2 xwişkên Êrîvan Omerê yên astengdar hene, di pêvajoya xwendinê de çavekî wê li ser xuşkên wê û çavê wê yê din jî li ser xwendina wê bû.

Êrîvan ji azmûna amadehiya 12an 95,8 pûan bi dest xist.

“Derfetên min ên xwendinê gelekî xirab bûn”

Êrîvan Omerê ji Rûdawê re behsa pêvajoya xwendina xwe kir û wiha got:

Derfetên min ên xwendinê gelekî xirab bûn. Mala me 2 ode ne, 2 xwişkên min ên nexweş jî hebûn nedihiştin ez bixwînim. Min li odeyên din xwendina xwe berdewam kir.

Kurdî ji bo min gelekî zehmet bû, min carekê 48 pûan stand piştre min ew pûanê xwe kir 50 û piştre jî min pûanê xwe kir 100 û ez bi ser ketim."

Rêveberiya Kampa Domîz 2 ya Penaberan li ser derçûna 42 xwendekarên pola 12an merasîmek li dar xist û xelat da 42 xwendekaran.

“Serkeftina xwendekaran girîng e”

Berpirsê Çavdêriya Kampa Domîz 2 Kawa Husên jî li ser derçûna xwendekaran wiha got:

“Li kampeke wekî kampa Domîz 2yê derçûna 42 xwendekaran û çûna wan a Zanîngeha Dihokê ne tiştekî hindik e.

Îro rojeke geş û rojeke xweş bû. Me jî li hemberî xwendekarên xwe erkên xwe bi cih anîn."

Li gorî amarên fermî, nêzîkî 400 xwendekar li Kampa Domîz 2yê dixwînin. 85 xwendekar di 12yan de dixwînin.

Her wiha 52 xwendekar di beşa zanistî û 33 xwendekar jî di beşa wêjeyê de dixwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst