ÊLIH - 2 şaredaran îstifa kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Partiya Yenîden Refahê Îstifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê du şaredarên Partiya Yenîden Refahê ji partiya xwe îstifa kir.

Şaredarê navçeya Qûbînê ya Êlihê Alpaslan Karabulut û Şaredarê nahiyeya Girê Sîran Îmadeddîn Ekmîş ên Partiya Yenîden Refahê bi daxuyaniyeke hevbeş ji Partiya Yenîden Refahê îstifa kir.

Her du şaredaran ragihand ku ew dê erkên xwe bi awayekî serbixwe berdewam bikin û got:

“Li gorî daxwazên xelkê Qûbîn û Girê Sîranê em bi welatiyên xwe re li ser vê rêyê bi fikr û aqilekî hevpar tevdigerin.

Em her tim girîngiyê didin bangewaziyên gel. Di heyama borî de, em her tim bi gel şêwirîn. Em dê her tim bi wan re dilsoz bin.

Her wiha em dê ji bo vî xelkî ku em ji hezkirina xwe bêpar nehiştîn, di zemîneke rast de xebatên xwe berdewam bikin.

Em bi xelkê xwe şêwirîn û me bi hev re biryar da ku em erkê xwe yê Serokatiya Şaredariyê bi awayekî serbixwe berdewam bikin.”

Piştî wan îstifayan Serokê rêxistina Partiya Yanîden Refahê ya Êlihê Ziyaulhak Yamaç diyar kir ku şaredarî ji ber deynên berê gihîştine asteke ku nikarin berhemdar bin û anî ziman:

“Hin serok cihekî rehettir û ji metirsiyan dûr hildibijêrin.”

Berî mehekê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar jî ji Partiya Yenîden Refahê îstifa kiribû û bi awayekî serbixwe erkê xwe berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst