Li Silêmaniyê mînîbûs wergeriya: Kesek mir û 11 kes birîndar bûn

10-08-2024
RÛDAW
Nîşan Xelekan Silêmanî Qezaya trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Xelekanê ya Silêmaniyê mînîbûsek wergeriya û di encamê de kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê ragihand ku li sînorê navçeya Xelekanê ya Silêmaniyê mînîbûsek wergeriya.

Di ecamê de kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.

Rêvebirê Nexweşxaneya Xelekanê Malbend Hemed derbarê qezayê ji Rûdawê re axivî.

Malbend Hemed diyar kir ku qeza îro saet 11:30î li navbera gundê Bestan û Badawanê çêbûye.

Bi gotina Malbend Hemed 14 kes di mînîbûsê de hebûn û 11 kes birîndar bûn û şofêr jî canê xwe ji dest da.

Rêvebirê Nexweşxaneya Xelekanê herwiha da zanîn ku birîna hinek birîndaran girane.

Herî dawî Malbend Hemed eşkere kir ku li ser wê rêyê gelek qeza çêdibin û ji hikûmetê jî xwest ku çareyekê ji wê rêyê re bibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst