Girê Spî: Tirkiyeyê 12 koçber dersînor kirin

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Koçberên Sûriyeyî Dersînorkirin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê 12 koçberên Sûriyeyî bi rêya Deriyê Girê Spiyê dersînor kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Tirkiyeyê 12 koçberên Sûriyeyî radestî Artêşa Nîştimanî ya opozîsyonê kirin.

Li gorî zanyariyan ew 12 kes berî çend rojan bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bûbûn û di nav wan de ciwanek bi guleyên cendirmeyan birîndar bûbû.

12 koçberên Sûriyeyî niha di destê Artêşa Nîştimanî ya opozîsyonê de ne û girtî ne.

Ji destpêka tebaxê ve cendirmeyên Tirkiyeyê 4 caran koçberên Sûriyeyî yên ku bi qaçaxî derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne dersînor dike.

Tirkiye van koçberan li Girê Spiyê radestî Artêşa Nîştimanî ya opozîsyonê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst