Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya Kurd a Bakurê Kurdistanê Mizgîn Aydin piştî 30 salan ji girtîgehê derket û got “Min niha Ey Reqîb xwend û ez hatim vê derê. Ez vê azadiya ku piştî 30 sal hatiye diyarî Qazî Mihemed dikim. Heta yek hevalê me jî di girtîgehê de mabe ev azadî ne azadî ye.”
Îro 10ê Tebaxa 2022ê girtiya Kurd a bi nave Mizgîn Aydin piştî 30 sal ji mana girtîgehê, bi temambûna cezayê xwe ji girtîgeha girtî ya jinan a Gebzeyê ya li bajarê Kocaelî derket.
Aydin di sala 1992ê di temenê xwe yê 19 salî de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Amedê ve (DGM) bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bi 30 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.
Ew duyem jina girtiye ku 30 sal ceza wergirtine û cezayê xwe tamem kiriye û ji girtîgehê derketiye.
Navborî di dema girtinê de bo girtîgehên Êlih, Sêwaz, Mêrdîn, Çeewlig û herî dawî girtîgeha Gebzeyê hatibû şandin û di dema girtîgehê de tevlî çandîn grevên birçîbûnê bûye.
Mizgîn Aydin di heman demê de yek ji girtiyên nexweş bû û di salên girtîgehê de çend neştergerî jî derbaskirine û niha jî çareseriya Penceşêra Sing dibîne.
Îro kesûkarên wê û hejmareke endamên saziyên civaka sivîl bi gul û tîliliyan li ber deriyê girtîgehê pêşwazî li wê jina girtî ya Kurd kirin û dîmenên wê li ser torên civakî belav bûn.
Mizgîn Aydin ragihand dema ew derketiye wê yek ser sirûda “Ey Reqîb” xwendiye û got: “Ez vê azadiya ku piştî 30 sal hatiye diyarî Qazî Mihemed û şehîdên Sêdarê dikim.”
Aydin herwiha got jî "Heta yek hevalê me jî di girtîgehê de mabe ev azadî ne azadî ye. Divê hemû hevalên me yên li girtîgehî bên berdan."
Mizgin Aydın
— Şerefhan Aydın (@serefxanaydin) August 10, 2022
axaftina wê.. pic.twitter.com/GmLX30idt3
Cezaevinde 30. yılını bugün doldurdu Mizgin Aydın tahliye oldu.
— Şerefhan Aydın (@serefxanaydin) August 10, 2022
Mizgînê zindanê têk bir 💐 pic.twitter.com/JDA1bFfRnU
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse