Sibe darizandina 15 rojnamevanên Kurd li Amedê dest pê dike

10-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan DFG Rojnamevanên Kurd Amed Darizandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê piştî 13 mehan yekemîn rûniştina darizandina 15 rojnamevanên Kurd destpê dike ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) îro 10ê Temûza 2023an ragihandiye ku yekemîn rûniştina darizandina 15 rojnamevanên Kurd sibê 11ê Temûzê li parêzgeha Amedê destpê dike û bang li hiqûqnas û siyasetvanan kiriye ku xwedî li çapemeniya Kurdî derbikevin.

Piştî 13 mehan sibê yekemîn rûniştina dozê li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê kirin û hejmarek nûner û rêveberên saziyên civakî û hiqûqnas jî beşdar bibin.

Li gor zanyariyan di rûniştina dozê de Parlamenterê Partiya Çepên Kesk yê Amedê Cengiz Çandar û Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu dê amade bin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022an polîsan bi ser hejmarek malan de girtibû û di encama operasyonê de 20 ji wan rojnamevan 22 kes hatibûn desteserkirin. Herwiha 16 ji wan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş di 15ê Hezîranê de hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst