Penaberê Efînî ku di teqîna mîneke de çavên xwe wenda kir daxwaza alîkariyê dike

10-04-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kobanî DAIŞ Efrîn Ehmed Mihemed Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberê Rojavayê Kurdistanê Ehmed Mihemed Xelîlê ku li Kobaniyê di teqîna mînekê paşmayên DAIŞê de herdu çavên xwe winda kir, li kampa Dareşikranê ya Herêma Kuridstanê daxwaza alîkariyê dike.

Ehmed Mihemed Xelîl ji ber dagirkirina bajarê wî ji aliyê hêzên çekdarên ser bi Turkiyê ve, bajarê xwe Efrîn bicih hişt û bi malbatî berê xwe dan Kobanî.

Li Kobanê karê avakirina xaniyan dikir, lê berî 6 mehan di bûyerekî de, herdu çavên xwe ji dest da û piyên wî jî birîndar bûn.

Ehmed Mihmed Xelîl dibêje “Me bingehê xaniyekî dikola û min kevirek rakir û mîneke ku di bin wî kevirî de bû teqiya. Çavê min kor bûn û serê min li gel dev û piyên min birîndar bûn. Min 3 zarok hene û ez nikarim zikê wan têr bikim. Daxwaza cilê cejnê dikin û ez nikarim cila bo wan bikirim.”

Berî 3 mehan berê xwe da Herêma Kurdistanê, ji bo wergirtina çareseriyê, lê ji ber pûçbûna demarên cavê wî, êdî çareserî jî ji bo tuneye.

Niha jî hevjîna wî neçar e bi her gavekî ligel be. Daxwaza wan jî dubare niştecîbûne.

Nazliya Reşo hevjîna Ehmed got “Ez nikarim Ehmed yek xulekê bi tenê bihêlim. Ehmed jî weku van zarokan pêwîstiya wî bi alîkariyê heye. Kesek alîkariya me nake. Ez dixwazim Netewên Yekbûyî alîkariya me bike û me bişîne welatekê Ewropî ji bo ku ez bikaribim van zarokan xwedan bikim. Ji ber hevjîn û zartokê min ez nikarin ne karekî bikim û ne ji mal derkevim.”

Ehmed bavê 3 zarokan e, mezina wan Nûrcana 5 salî ye. Nûrcana ku bavê wê berî niha jê re pişt û pana bû, niha ew bave nikare tiştekî pêşkêşî wê bike, belku li bendê ye, aliyek ji wî û zarokên wî re bibe pişt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst