Dêrsim - Serokê Teşkîlata Dêrsimê ya AK Partiyê birîndar bû

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pulurê ya Dêrsimê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Du otomobîlên ku navê ajokar û plakayên wan nehatiye zanîn li devera gundê Kuşlucayê ya rêya Pulur-Xozatê ji ber cemedê li hev qelibîn.

Di qezayê de Serokê Teşkîlata Bajêr a AK Partiyê Teslîm Dalkiran, Serokê Navenda Kordînasyona Hilbijartinê Erhan Oz û endamê partiyê Selçuk Altan birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Li cihê bûyerê midaxeleya ewil a birîndaran hat kirin û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Hat zanîn ku xetereya jiyana birîndaran nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst