Li Dêrsimê qeza: 10 birîndar

08-10-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, îro du otomobîl li hev qelibîn û di encam de 10 kes birîndar bûn.

Li sêr rêya Dêrsîm-Erzînganê di 8emîn Tunela Aşûtê de du otomobîlan li hev da.

Di bûyerê de 2 jê zarok 10 kesên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Hat zanîn ku rewşa birîndaran bi giştî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst