Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ji kendalekî ket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Li nêzîkî gundê Korkesê yê Dêrsimê, otomobîla bi şofêrtiya D.Ş. ji rê derket û ji kendalekî 80 metreyî ket xwarê.
Di bûyerê de şofêr D.Ş. û A.C, D.S, B.O. û Z.D.M. yên di otomobîlê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan, AFAD û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Birîndar ji aliyê tîmên parastina sivîlan û AFADê ve ji kendal derxistin jorê û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiya birîndaran bi giştî baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse