Serokê Civaka Cihû ya Antakyayê di erdhejê de canê xwe ji dest da

10-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Şaul Cenudioglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Civaka Cihû ya Antakyayê Şaul Cenudioglu û hevjîna wî Tuna Cenudioglu, di erdhejê de canê xwe ji dest dan.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bû û bi hezaran avahî hilweşiyan. Piştî erdhejê nêzîkî 1500 erdhejên paşekî çêbûn.

Li navçeya Antakyayê ser bi parêzgeha Hatayê jî, ku ji be erdhejê zerareke zêde dîtiye Serokê Civaka Cihû ya Antakyayê Şaul Cenudioglu û hevjîna wî Tuna Cenudioglu di erdhejê de canê xwe ji dest dan.

Termên Şaul Cenudioglu û hevjîna wî ji Hatayê bo Stenbolê hatin şandin û dê li wê derê bi axê bên spartin.

AFADê îro 10ê Sibatê ragihand, ji ber erdhejê li 11 bajaran 18 hezar û 342 kesan canê xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst