HATAY – ‘Gundî zeviyên xwe difroşin penaberên Sûrî’

10-01-2022
RÛDAW
Nîşan Hatay Gundî Penaberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê Lutfu Savaş da zanîn ku li Tirkiyê rewşa cotkaran gelekî xirab e û got: “Zeviyên xwe difroşin penaberên Sûrî û diçin. Bi taybetî welatiyên Sûriyê li gundên ser sînor bicîh dibin.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê Lutfu Savaş ji medya Tirkiyê re axifî û got: “Li bajarê me, bi taybetî cotkarên me di rewşeke xirab de ne. Bi giştî cotkarên me yên biçûk, zeviyên xwe difroşin Sûriyeyiyan, gundên xwe bicîh dihêlin û koçî bajaran dikin. Gundên vala jî dibin Sûriyeyî li wan bicîh dibin.”

`Gundên xwe bicîh dihêlin`

Lutfu Savaş diyar kir ku piştî koçber û penaberên Sûrî li bajarên wan bicîh bûne, welatiyên wan ên xwedî 3-5 donim zevî ketine rewşeke xirab û got: “Ziviyên xwe difroşin Sûriyeyiyan û gundên xwe bicîh dihêlin. Gundên vala dibin bi taybetî yên ser sînor Sûriyeyî li wan bicîh dibin. Ji bo em rê li ber koç û firotina zeviyan bigrin me li ser şexs û kooperatîfan kompanya ava kirin. Bi taybet ji bo kesên xwedî 3-5 donim zevî û nikarin çandiniyê bikin, em piştgiriya tov, şitil û gubre dikin û derbasî çandiniya bi girêbest dibin. Ji ber vê yekê em garantiyê didin kirîna tiştên ku ew berhem tînin. Em plan dikin ku salê du caran berhem werin çandin. Armanca me ew e, heta dawiya vê salê xwe bighînin 10 hezar malbat û heta dawiya sala bê jî 20 hezaran."

Hejmara bêkaran li Hatayê

Lutfu Savaş da zanîn ku çandiya yekem dê şînkahî be û hewl didin berhemên xwe hinardeyî derveyî Tirkiyê bikin û got: “Eger em rê li ber koçê bigrin, dê ji hinardeyê hatina dovîzê jî zêde bibe. Eger em di du salan de xwe bighînin 20 hezar malbatan ev serkeftineke. Bi vê bêkarî jî kêm dibe. Li Hatayê 55 hezar hejar hene. Heta ji me te alîkariya wan dikin û hewl didin wan bikin xwedan kar jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst