Keçeke Kurda Êzidî di xwandinê de li ser asta Iraqê bû yekem

09-10-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Hîba Qasim, keça Kurda Êzidî li ser asta Iraqê pileya yekem bi dest anî.
Hîba Qasim, keça Kurda Êzidî li ser asta Iraqê pileya yekem bi dest anî.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke Kurda Êzidî ya ji Şingalê ya bi navê Hebe Qasim ku niha li Kampa Rwanga li parêzgeha Duhokê dijî, di beşa zanistî ya pola şeşan a lîseyê de li ser asta tevahiya Iraqê, bi nimreya wê 99.83 pileya yekem bi dest anî.

Hîba Qasim ku xelka Komelgeha Xanesûr li bakurê Şingalê ye, tevî malbata xwe weke hezaran Kurdên Êzidî yên din, piştî êrîşa DAIŞê ya di tebaxa 2014an de aware bûne û niha li Kampa Rwange ya li sînorê parêzgehê Duhokê dijîn.

Hîba li gel dayik û bav û sê birayên xwe dijî û xwandekara qonaxa şeşan a lîseyê ye û di odeya xwe ya biçûk de rojane 15 demjimêran ders xwandiye,  niha jî encama wê hewldana xwe wergirtiye û li ser asta tevahiya Iraqê bûye yekem.

Ew xwandera Kurda Êzidî, di hemû dersên xwe nimreya 100 ji 100 bi dest xistiye û tenê di dersa zimanê Erebî de nimreya wê 99.83 ye.

Berî ku bikeve ezmûnan, Kampa Rwange xaniyeke din ji Hîba Qasim re terxan kiribû, daku li wê mala taybet dersên xwe bixwîne.

Hîba ji Rûdawê re axivî û ragihand, roja berî min dewam kir, “Min ew fikir kire serê xwe û min got, ez dê ewil bim li ser asta Iraqê, ev fikir di serê min de bû. Şukur ji Xwedê re, îradeya min gelek bihêz bû, min nehêla bandorê li min bike, her çend rewşa li vir gelek zehmet bû, di kampan de zehmet e, harbûna zarokan û cihê teng, elektrîk û internet bi zehmet dest dikevin, bes şert û merc ne hincet e bo xwandekar ku bêje şert û merc wisa ye û wisa ye, neke hincet ji xwe re. Min kire di serê xwe de ku lazim e ez bibim yekem.”

Malbata Hîbayê jî jê re bûne alîkar û ew han dane ku berdewam be li ser xwandina xwe û nehiştine ku li malê kar bike, daku hemû fikra wê li ser dersê û dibistanê be.

Dayika wê dibêje, tevî ku dost û xizman ji wê re gotine, bila keça te kar bike, lê ew rijd bûye li ser berdewambûna Hîbayê li ser xwandinê, daku bigihe xewnên xwe û jiyaneke baştir.

Cuze Murad, dayika Hîbayê ji Rûdawê re ragihand, “Min nedihêla karekî bike û berdewam çavê wê li medresa wê bû, min digotê kar şolekê neke, heke mêvanî çûbama taziyekê, ez di nava nîv saetekê de dihatim, xelkê digot keça te ya li mal e, min digot nexêr bila çi karan neke, ji ber xwandina wê û bila zehmeta wê belaş neçe.”

Hîba rojane 25 kîlometran bi otomobîl ji Kampê çûye Duhokê, ji bo ku xwe bigihîne dibistanê.

Wê torên civakî bikar nedianîn, eger pêdiviya wê bi zanyariyekê heba ku bi rêya internetê bizane, bavê wê alîkariya wê dikir.

Qasim Hesen, bavê Hîbayê dibêje, “Hîba ji berê ve û heta niha gelek baş e, ji pola yekê û heta niha her di nav yekeman de ye û heta niha jî mobayla wê nîne, facebook û instagram wê nîne, lê çavê wê li xwandina wê ye.”

Ji ber belavûna vîrusa Coronayê, ezmûnên pola şeşan a lîseyê yên dibistanên ser bi hikûmeta Iraqê ve paş ketin, lewma jî encamên ezmûnan nû hatin ragihandin.

Hîba Qasim yek ji wan 450,000 xwandekaran bû ku li seranserê Iraqê beşdarî di ezmûnên lîseyê de kirin û di beşa xwe de li ser asta Iraqê bû yekem. Hîba derbarê vê yekê de dibêje, yekem roja destpêka sal ku çûme dibistanê, min soz da xwe ku li ser asta Iraqê bibim yekem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst