Li Serê Kaniyê Ereb li şûna Kurdan hatine bicihkirin

09-10-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Demografiyaya Serê Kaniyê û Girê Spî hatiye guhertin
Demografiyaya Serê Kaniyê û Girê Spî hatiye guhertin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê Girê Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrîşa çekdarên opozisyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê li ser bajarê Girê Spî û Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê heya niha xelkê wan herdû bajaran, koçber û penaber in û rê bi vegera wan nayê dayîn.

Hejmarek ji penaberên Girê Spî û Serê Kaniyê amaje bi wê yekê didin ku niha tenê Ereb li wan bajaran dijîn û dest danîne ser mulk û erdên Kurd û demografiyayaê navçeyê hatiye guhertin.

Di cotmeha par de grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê êrişî hinek deverên Rojavayê Kurdistanê kirin ku bû sedema koçberbûna hejmareke zêde ya Kurdan ji cih û warên xwe. Li şûna wan jî niha malbatên ereb têne cîbicîkirin.

Koçbera ji Serê Kaniyê li Kampa Berdereşê Xiçra Seîd dibêje: “Me mala xwe hêla, me kelupelên xwe hêlan û em bi cil û bergên kevn reviyan. Her tiştê me ji wan re maye.”

Zêdeyî 200 hezar penaberên xelkê Serê Kaniyê û Girê Spî di Kampa Berderaş a Duhokê de dijîn, an xaniyên wan hatine xirabkirin an jî hatine dagirkirin.

Koçberê bi navê Îbrahîm Yûsif jî dibêje: “Em hatîn bes bi cilkên xwe hatin. Bi rastî me deyn kirin heta ku em hatin vê derê. Ne karek hebû ne emelek hebû em ji ber şer hatin vê derê.”

Di 9ê Cotmeha 2019an de  artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêda yê Enqerê êrişî Serê Kaniyê û Girê Spî lorom û dest danîn li ser hedu bajarên Rojavayê Kurdistanê. Piştî wê yekê li gor belgeyên hatine belavkirin demografiya wan cihan bi awayeke sistematîk tê guhertin.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî li Rêveberiya Xweser Husên Elî dibêje: “Akincyên Grê Spî awareyê du kampan bûn Tilsemen û Tuyhêne. Hejmareke kêm ji wan man. Li Grê Spî gelek man, lê li Serê Kaniyê piraniya wan koçber bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst