Li Girê Spî û Serê Kaniyê dest danîne ser 100 hezar hektar zevî

04-11-2023
Hisên Omer
2815 malbatên hawirde li ser mal û milkên xelkê resen hatin bicihkirin
2815 malbatên hawirde li ser mal û milkên xelkê resen hatin bicihkirin
Nîşan Serê Kaniyê Girê Spî Koçberî Dagirkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Grûpên çekdar û Tirkmenên hawirde ji dema dagîrkirina her du herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê, dest danîne ser 100.000 hektar zeviyên çandiniyê.

Li gorî raporeke Saziya Hevdestiyê, piştî dagîrkirina Girê Spî û Serê Kaniyê, nişteciyên herêmê hatin koçberkirin û grûpên çekdar û Tirkmenên hawirde dest danîne ser zevî û mal û milkên wan.

Li gorî raporê Saziya Hevdestiyê:

  • Dest danîne ser 100.000 hektar zeviyên çandiniyê li her du herêman.
  • 55 gundên her du herêman ji nişteciyên resen hatine valakirin.
  • 2815 malbatên hawirde li ser mal û zeviyên nişteciyên resen hatine bicihkirin.

Silêman Çolo Şêxê cotyarekî herêma Serê Kaniyê ye. Ew jî ji gundê xwe hatiye koçberkirin û dest danî ser zevî û mal û milkên wî.

Silêman Çolo Şêxê ji neçarî koçberî Başûrê Kurdistanê bûye û niha Hewlêrê marketek vekiriye.

“Her tiştê me ma û em reviyan”

Silêman Çolo Şêxê ji Rûdawê re wiha behsa xwe kir:

“Ez ji gundê Netasê yê Serê Kaniyê me. Ez cotyar bûm û erdên min hebûn. Min 175 donim erdê çandiniyê hebû. Dema 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an şer derket me hemû kelûpelên xwe hişt û em derketin.

Serê sibê bû me bes zarokên xwe anîn. Eşyayên min ên çandiniyê hebûn û traktora me hebû me hemû hiştin. Herwiha birayên min û gelek kesên din jî hemû hiştên xwe hiştin û reviyan.”

Heta niha ji sedî 80 koçber in

Piştî çar salan ji dagîrkirina her du herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê, heta niha ji sedî 85 ji nişteciyên resen ên her du herêman ji neçarî koçber in.

Nêzîkî 33 hezar koçberên Serê Kaniyê di herdu kampên Waşokan û Serê Kaniyê de li nêzîkî bajarê Hesekê dimînin.

Nêzîkî 7000 koçberên Girê Spî jî li Kampa Til el-Siminê ya di navbera Eyn Îsa û Reqayê de dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst