Li Girê Spî û Serê Kaniyê di rojekê de 3 zarok hatin revandin

15-12-2023
RÛDAW
Nîşan Grûpên Çekdar Girê Spî Serê Kaniyê Revandina Zarokan
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê di 24 demjimêran de 3 zarok hatin revandin.

Li gorî ajansa nûçeyan a North Pressê roja çarşemê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve, li Serê Kaniyê zarokên bi navên Yasir Suwayanê 5 salî yê Îraqî û Hedîl Nayifê 7 salî revandine.

Herwiha li Girê Spiyê jî doh zarokê bi navê Hemûd Celûdê 4 salî ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye revandin.

Li aliyê din, ji 11ê Kanûna Pêşîna 2023yan ve li Girê Spî û Serê Kaniyê heta niha 5 zarok ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin.

Dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê Çiriya Pêşîna 2019an di encama êrişeke artêşa Tirkiyeyê de ku navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hat derxistin û hatin dagirkirin.

Ji wê roja ku Girê Spî û Serê Kaniyê ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û heta niha, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkencekirinên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst