Li Efrînê koçberên Hema û Idlibê tên bicihkirin

09-09-2019
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, proseya guhertina demografiyê berdewam e û malbatên ku ji Idlib û Hemayê reviyane li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê hatine bicihkirin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê, hijmara wan malbatan gihaştiye 21 hezarî, tenê 5 hezar kes ji wan Kurd in.

Hejmara xelkê resen li navçeya Bilbilê ji sedî 25 Kurd in, ji sedî 75 ji malbatên çekdar û Turkmenên ji Hema û Idlibê ne.

800 malbat li Bilbilê li ser sînorê bi Tirkiyê re hatin bicihkirin.

Li navçeya Cindirêsê jî malbatên koçber tên bicihkirin, koçber li malan, dibistanan û nav darên zeytûnan bi cî bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst