Li Meletiyê avahiyek herifî û ciwanek di bin de mir

09-05-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê avahiyek ku di erheja 6ê Sibata 2023an de zerer dîtibû herifî û ciwanekî 17 salî dibin de ma û canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, li Kolana Gazî ya Taxa Tacde ya Meletiyê şevê din avahiyek ku di erdheja Mereşa Bakurê kurdistanê ya 6ê Sibata 2023an de zerer dîtibû hilweşiya ye û ciwanekî 17 salî bi navê Muhammed Oz, dibin de maye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin û Oz derxistine û birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê. Lê tevî hemû hewldanên pizîşkî Muhammed Oz li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Şevê din derengê şevê Rasatxaneya Kandilliyê ragihand, li navçeya Yeşilyurt ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, roja 8ê Gulanê demjimêr 23:20 deqe bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbûye.0

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst